Ebde û Çawîşoglu derbarê Helebê de civiyan

Ebde û Çawîşoglu derbarê Helebê de civiyan

22:43:25

 

Rojava News: Serokê Hevpeymaniya Opozsyona Sûriyê (Îtîlaf) ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya û rewşa dawî ya Helebê gotûbêj kirin.

 

Çavkaniyeke ji nava opozîsyona Sûriyê ji K24ê re ragihand ku, Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Enes Ebde li Enqerê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu civiya û gotûbêj li ser tedbîrên pêwîst ji bo bajarê Helebê kirin.

 

Di civînê de Çawîşoglu tekez kir, ku îşev wê Serokomarê Tirkyê Recep Teyîp Erdogan derbarê rewşa bajarê Helebê de pêwendiyê bi Serokê Rûsyatê Vladimir Putin re bike.

 

Mehek e rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrîşekî tûnd li ser taxên rojhelatê Helebê destpê kirine, di encam de ji sedî 95 ji taxên Helebê kontrol kirine û bi sedan kes hatine kuştin û zêdeyî 50 hezar sivîl koçber bûne.

 

Duh Tirkiye û Rûsyayê navbênkariyek derbarê ragihandina agirbestekê li Helebê kirin, bi armanca derketina çekdarên opozîsyonê ji taxên Helebê, lê îro şer û pevçûn careke din derket.