Rojava News: Hat zanîn ku di heyama çend rojên borî de herî kêm 3 fermandeyên pasdarên Îranê li Sûriyê û di şerê bajarê Palmîrayê de hatine kuştin.
Çend roj berê çekdarên DAIŞê êrişî bajarê kevnar ê Sûriyê, Palmîra (Tedmur) kiribûn û ew der dîsa ji destê hêzên rêjîma Sûriyê û pasdarên Îranê derxistibûn.
Malpera farsnews, ku nêzîkî pasdarên Îranê ye, duh ragihandibû ku di şerê Tedmurê de fermandeyekî pasdaran bi navê Husên Ekberî hatiye kuştin.
Her wiha li gorî medyaya Îranê, çend roj berê jî 2 fermandeyên din ên pasdaran di heman şerî de hatibûn kuştin.
Li gorî amar û agahiyên fermî, heta niha zêdetirî hezar pasdar û besîcên Îranê di şerê Sûriyê de hatine kuştin.
