10:52:42
Rojava News: Parlamenterê Sûrî Riyaz Tawûs ji Rûdawê re ragihand, dijminê Hikûmeta Sûriyê û gelê Kurd hevbeş e û ev dijmin jî Tirkiye ye. Riyaz Tawûs herwiha got: “Pêwîst e Yekîneyên parastina Gel li kêleka Artêşa Sûriyê şer bike.”
Li ser rewşa dawîn a li bajarê Helebê û dengoyên ragihandina agribestê li vî bajarê Sûriyê, Parlamenterê Sûriyê Riyaz Tawûs roja çarşemî 14ê Kanûnê beşdarî di bulteneke nûçeyan a Rûdaw TVyê de kir.
Riyaz Tawûs ji Rûdawê re ragihand, çekdarên ser bi Dijbereya Sûriyê ve ku wî bi komên terorîstî bi nav kir, gulle berdidin welatiyên sivîl, ku hewl didin bi rêya korîdorên ewleh ji bajarê Helebê derkevin û tekez kir, ku di encama topbarana bê armanc a komên çekdar de, 30 hezar welatiyên sûrî li taxên rojavayê Helebê hatine kuştin.
Tawûs herwiha destnîşan kir: “Komên terorîstî yên ku li nav Helebê ne, îdiayên derew belav kirine, ku goya aramî û agirbest heye, amaje bi wê yekê jî kir, ku Artêşa Sûriyê dê bi şer serederiyê li gel wan bike.”
Parlamenterê sûrî red kir, ku ti têkiliyeke siyasî yan leşkerî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de heye, lê ragihad, ku “aliyê sêyem di ragihandina agirbestê li Helebê de beşdar e.”
Derbarê pirsa Kurd û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye ragihandin, Riyaz Tawûs da xuyakirin, “gelê Kurd beşê sereke ya civaka sûrî ye”, herwiha amaje bi wê jî kir, ku “dijminên hikûmeta Sûriyê û Kurdan hevbeş e û ev dijmin jî Tirkiye ye.”
Tawûs diyar kir, ku her sê dewletên Îran, Rûsya û Tirkiye bo çareserkirina kirîza Sûriyê dicivin û tekez kir: “Em weke Hikûmeta Sûriyê pêşwazî li çareseriyê û rawestandina rijandina xwîna welatiyên sivîl dikin.”
Tawûs di berdewamiya axavtina xwe de li ser mafê gelê Kurd li Sûriyê jî got: “Gelê Kurd xwediyê mafên rewşenbîrî û civakî li Sûriyê ye û me ji bo bikaranîna wan derfet daye.”
Wî parlamenterê sûrî daxwazekê ji Yekîneyên Parastina Gel jî kir û got: “Pêwîst e Yekîneyên parastina Gel li kêleka Artêşa Sûriyê şer bike.”
