Xelkê sivîl ji helebê tên veguhestin!

Xelkê sivîl ji helebê tên veguhestin!

12:41:31

 

Rojava News: Hate ragihandin, ku karê veguhestina nîştecihên rojhilatê Helebê dest pê kir.

 

Piştî ragihandina agirbestê, li rojhilatê bajarê Helebê, yekemîn karvana nexweş û birîndaran, îro danê sibê bi rê ket.

 

Berpirsekê ji Sûriyê ji ajansa Reutersê re ragihand, ku operasyona veguhestina xelkê sivîl dest pê kiriye.

 

Ji aliyê din ve, bi armanca veguhestina sivîlan ji Helebê bo Idlibê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ligel hempişeyê xwe yê Îranî Cewad Zerîf civiya.

 

Biryar bû xelkê sivîl duh bihata veguhestin lê ji ber hikûmeta Sûriyê û mûxalefet negehiştin rêkeftinê, karê veguhestinê hatibû paşvexistin.