22:11:13
Rojava News: Efserên Rûsî û karmendên Xaça Sor yên li Helebê, dest bi derxistina 5 hezar çekdar û malbatên wan ji taxên rojhilatê Helebê kirin.
Artêşa Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, proseya derxistina çekdarên opozîsyona Sûriyê li taxên rojhilatê Helebê ligel malbatên wan bo Idlibê dest pê kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi fermana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn 20 mînîbûs û 10 ambulans bo veguhastina çekdaran ji taxên rojhilatê Helebê hatine terxankirin.
Çekdarên birîndar ji aliyê Rûsya û Xaça Sor ya navdewletî ve tên veguhastin. Hat zanîn ku çekdar û malbatên wan dê ji Helebê derbasî Idlibê bên kirin.
Rêkeftina berê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de bo derxistina çekdaran, ji ber nerazîbûna hevalbendên rêjîma Sûriyê ji pasdarên Îranî têk çûbû.
Piştî rêkeftina nû ya derxistina çekdar, sivîl û birîndaran ji taxên rojhilatê Helebê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokê Sûriyê Beşar Esed kir û serkeftina li Helebê wek gava yekem ya bidawîbûna terorîstan û neyarên Esed bi nav kir.
Mehek e rêjîma Sûriyê û pasdarên Îranî bi piştevaniya Rûsyayê êrişeke tund li ser taxên rojhilatê Helebê destpê kirine, di encam de ji sedî 95 Helebê kontrol kirine û bi sedan kes hatine kuştin û zêdeyî 50 hezar sivîl koçber bûne.
