Rojava News: Hat zanîn ku; êrîşa li dijî navenda polîsên Şamê encamdaye, ji aliyê zarokeke 8 salî ve hatiye pêkhatin.
li gorî nûçeya ajansa RIA Novosti ya Rûsî, ku zanyariyên xwe spartin polîsên Şamê, êriş ji aliyê zarokek rextek xwekujî li ser bû pêk hatiye.
Di encama êrîşê de 3 polîcan birîndar bûne.
Rayadarê ku navê wî nehat eşkere kirin ragihand ku di êrişê de tu kes jiyana xwe ji dest nedaye, lê gelek birîndarên giran hene.
