12:10:15
Rojava News: Rayedarekî opozîsyona Sûriyê diyar kir, li rojhilatê Helebê ew herêmên di destê wan de ji bo vala bikin li ser wê yekê rêkeftineke nû hatiye pêkanîn.
Li gor nûçeya Reutersê rayedarê opozîsyona Sûriyê El Faruq Ebu Bekir ji kanala El Erebiye re daxuyaniyek daye û diyar kiriye, rêkeftin li ser wê yekê pêkhatiye ku, du gundên şîe yên di destên opozîsyonê de ne û di bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyê de ne dê bê vala kirin û herwaha nêzîk sînorê Lûbnanê du bajarokên ku heyî ji wanderan birîndarên heyî dê bên derxistin û herwaha ji rojhilatê Helebê bi temamî derketin û valakirin dê pêkbê.
Ebu Bekir, ji bajarokên şîe yên Fua û Kefraya yê dê çend kes bên derxistin û hejmara li wê derê çende, di wê derbarê de ti agahiyek neda.
