Berdevkê Ceyş el-Siwar nûnerê hikûmeta Sûriyê bû

Berdevkê Ceyş el-Siwar nûnerê hikûmeta Sûriyê bû

22:41:26

 

Rojava News: Berdevkê berê yê Ceyş el-Siwar Omer Remûn ku beşeke ji Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ye, di rêkeftina Helebê de nûnerê hikûmeta Sûriyê bû.

 

Li gorî belgeya ku di navbera nûnerên Dijbereya Sûriyê û nûnerê hikûmeta Sûriyê û nûrerê Rûsya de hatiye îmzekirin, Omer Rehmûn, weke nûnerê hikûmeta Sûriyê belge îmze kiriye.

 

Çavkaniyekê ji Artêşa Azad ya Sûrî ji rojnameya Şerq el-Ewset re aşkere kiriye ku, Omer Rehmûn, berê tevlî dibereya Sûriyê bibû û çend berpirsyarî di nav de li xwe girtibûn.

 

Bi gotina çavkaniyê, Rehmûn cihê Şûbheyê bû ji ber ku wî cihê xwe di nav grûpên dijbeeyê de diguhert û guman hebûn ku ew casûsê rejîma Sûriyê ye.

 

Bi gotina heman çavkaniyê, Rehmûn ji nişkê ve gihiştibû Efrînê û tevlî Ceyş el-Siwar, ku bi gotina çavkaniyê ser bi PYDê ve ye, bibû.

 

Çavkaniyê da zanîn ku Omer Rehmûn weke berdevkê Ceyş el-Siwar bi navê Tarq Ebû Zêd hatibû binavkirin.

 

Her li gorî çavkaniya ji Artêşa Azad, Omer Rehmûn ji Herêma Efrînê bi riya deverên di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê gihaştibû Hemayê û paşê jî gihaştibû Şamê.

 

Omer Rehmûn, ku xelkê Helfaya ye, di rêkeftina derbarê Helebê de, weke nûnerê dewletê, anku hikûmeta Sûriyê li ser belgeyê îmze kiriye.