22:45:52
Rojava News: Di çarçoveya operasyona Cerablusê de 3 leşkerên Tirkiyê li nêzîkî Babê birîndar bûn.
Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Cerablusê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, operasyona wan di roja xwe ya 116emîn de berdewam dike.
Sererkaniyê aşkere kir. di 24 demjimêrên dawî de di encama êrîşa DAÎŞê de 3 leşker û çekdarekî opozîsyona Sûriyê birîndar bûne.
Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Kilîsê hatine rakirin.
Arteşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji 24ê Tebaxê ve ketiye Suriyê û operasyoneke berfireh birêve dibe, heta niha hejmarek ji leşkerên Tirkiyê hatine û kuştin û birîndarkirin.
