Nexweşxaneya Mobîl a Rûsyayê li Helebê 11 hezar kes derman kir

Nexweşxaneya Mobîl a Rûsyayê li Helebê 11 hezar kes derman kir

11:55:26

 

Rojava News: Hate diyar kirin ku nexweşxaneya mobîl a Çentrospas yê aydî Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê li Helebê piraniya wan zarok dermankirina 11 hezar kesan pêk anîtiye.

Daxuyaniya ku ji şaxa çapameniyê ya wezaretê ve hat dayîn de, xizmeta tenduristiyê ya bijîşkên rûsî bo kesên ku di şer de zerarê dîtine dewam dike û wiha hat gotin: ‘Niştecihên Helebê ku di şer de zerarê dibînin serî li rayedarên tenduristiyê ya rûsî didin.

Piraniya wan bi gule û qetê şarapnelan birîndar bûne. Herwiha rayedarên rûsî nexweşiyên din jî derman dikin.

Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê destnîşan kir ku gelê li herêmê sipasiya xwe pêşkeşî bijîşkên rûsî dikin.

Li nexweşxaneyê ameliyat jî tê kirin û rewşa tenduristiya nexweşan tê kontrolkirin. Gelê Helebê minetdariya xwe pêşkeşî bijîşkê rûsî ku wan tedawî dikin, dike. Ji aliyê din ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) jî bo xebatên nexweşxaneya mobîl a rûsî kontrol bikin serdana nexweşxaneyê kirin û sipasiya peşkeş kirin.

Rûsya ji 1ê Mijdarê heta niha 75 xebatkarê tenduristiyê sewqî Sûriyeyê kir.