Delîlên ku mîlîtanan li Helebê xaza hardalê bikaranîne radestî OPCWê kirin!

Delîlên ku mîlîtanan li Helebê xaza hardalê bikaranîne radestî OPCWê kirin!

12:05:30

 

Rojava News: Rayedarên Sûriyeyê delîlên ku mîlîtanan li gundê Maarat Umm Hawshê ya Helebê xaza Hardalê bikar anîtine radestî Rêxistina Qedexe kirina Çekên Kimyewî (OPCW) kirin

Rayedarê berpirsê sepandina Peymana Çekên Kimyewî yê li Sûriyeyê Semir Abbas ragihand ku hemû belgeyan radestî OPCWê kirine.

Belge piştî kontrol kirine hatin qebulkirin. Herwiha mîsyona OPCWê bo civandina delîlan dê dîsa bên Sûriyeyê. Delîl, heta astengiyên madî yên li hemberî ku bişînin Ewropayê neyê çareserkirin dê li Sûriyeyê bimînin.

Tê payîn ku delîl di meha Rêbendanê de bên şandin Laheyê. Pisporên rûsî delîlên ku di 16ê Mijdarê de li nêzî gundê Maarat Umm Hawshê hatibûn civandin, rastî şopa xaza hardalê hatibûn.