Sûriye: Otobûsên ku bo veguhestina gundiyan çûbûn rastî êrişê hatin

Sûriye: Otobûsên ku bo veguhestina gundiyan çûbûn rastî êrişê hatin

Rojava News: Otobûsên ku bo veguhestina xelkê 2 gundên şîe yên bajarê Idlibê yên Sûriyê çûbûn, hatin şewitandin.

 

Îro çend otobûsên ku bo veguhestina xelkê gundên Kifriya û Fuhe yên Idlibê, ku her du jî gundên şîeyan in çûbûn, rastî êrişa komek çekdar hatin û hatin şewitandin.

 

Rêjîma Sûriyê, çekdarên opozîsyonê bi taybet çekdarên Cebhet Nusrayê bi wê êrişê tohmetbar dikin, ew jî wê yekê davêjin stûyê alîgirên rêjîmê.

 

Li gorî agahiyan, ji ber ku otobûs vala bûn tiştekî bi kesî nehat.

 

Ew her du gundên şîeyan, zêdetirî 3 salan e ketine destê çekdarên opozîsyona Sûriyê.