13:54:22
Rojava News: Opozisyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê rêya sereke di navber bajarê Helebê û bajarokê Babê de kontrolkirin.
Bajarokê Babê ser bi parêzgeha Helebê ye û di destê rêxistina DAIŞê de ye.
Roja çarşemê 21.12.2016ê de artêşa Tirkiyê ragihand ku opozisyona Sûriyê di carçûveya operasyona Mertala Firatê ya artêşa Tirkiyê de, rêya sereke di nevber Babê û Helebê de kontrolkirin.
Herwaha artêşa Tirkiyê ragihandiye ku balafêrên şerê yên Tirikyê 48 binkeyên DAIŞê bombebaran kirine û 15 çekdar jî kuştine.
