3 leşkerên Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin

3 leşkerên Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin

2:22:43 PM

RojavaNews: Li nêzîkî bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzên wan di çarçoveya operasyona Mertela Feratê de ,li Babê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin, Di encamê de 3 leşkerên Tirk canê xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkyê û hin hêzên opozîsyona Sûriyê, operasyona Mertala Feratê di 24 Tebaxa îsal bi armanca kontrolkirina bajarokê Cerablusê destpê kir, li gor berpirsên Tirkiyê ewê di operasyonê de berdewam bin ta ku bajarên Bab û Minbicê jî kontrol bikin.

heta niha di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de 24 lerşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dane.