Ji bo çareseriya kirîza Suriyê berpirsên Rûsya, Îran û Tirkiyê kom bûn

Ji bo çareseriya kirîza Suriyê berpirsên Rûsya, Îran û Tirkiyê kom bûn

3:25:22 PM

RojavaNews: Ji bo çareseriya kirîza Suriyê duh li Moskowê berpirsên Rûsya, Îran û Tirkiyê kom bûn.

 Di daxuyaniya hevpar de, mijarên berfirehkirina agirbesta li Suriyê û ji nûve destpêkirina danûstaninên di navbera rêveberiya Beşar Esed û mûxalefetê de, derketine pêş.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, piştî hevdîtina civîneke hevpar ê rojnamevanî sazkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got; “Em li ser tekoşîna li dijî terorê sekinîn, me behsa guhertina rejîmê nekir. Em bawer dikin, ku dê ev civîn bibe alîkar da ku li Sûriyê hevdîtinên siyasî ji nûve dest pê bikin. Em ê tekoşîna xwe ya li hember rêxistinên weke DAIŞ û El Nûsrayê berdewam bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî tekez kir, ku ew li ser mijara agirbestê sekinîne û agirbest DAIŞ û El Nusrayê li xwe nagre.

Daxuyaniya hevbeş a 3 welatan

 

Di deqa daxuyaniya hevbeş a hersê welatan de hate gotin, ku Rûsya, Îran û Tirkiye amadene ji bo rêkeftina di navbera rejîma Sûriyê û mûxalefetê de navbeynkariyê bikin. 

Hate gotin; “Rûsya, Îran û Tirkiye bêyî cudakariya mezhebî û etnîkî, rêzê ji serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê re digrin. Her sê welat gihiştine wê biryarê ku pirsgirêka Sûriyê bi rêyên leşkerî nayên çareserkirin.

Di daxuyaniya hevpar de amaje bi giringiya biryara jimare 2254 a Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tê kirin û ji civaka navdewletî tê xwestin, ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya krîza Sûriyê nêta baş nîşan bide.

Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin; “Rûsya, Îran û Tirkiye bi başî pêşwaziya hewldanên ji bo veguhestina sivîlan dike.”