Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê duh bi girte videoya belav kir de şewitandina du leşkerên tirk, ku berî naha dîl ango êxsîr ketibûn destê wan ragehand.
Rêxistina tund a DAIŞê piştî operasyona dewleta tirk a mertala firatê da destpêkirin û ew operasyona di wan rojên dawiyê de li derdora El Babê bi awayekî dijwar birêve diçin û herî dawiyê jî, li ser çalakiyekî xwekujî ya rêxistina terorîst a DAIŞê, di wan 3 rojên dawiyê de 16 leşkerên tirk di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.
Duh jî 22.12.2016ê rêxistina tund a DAIŞê li ser malpera xwe ya Emmaqê girte videoya şewitandina du leşkerên tirk belav kir.
Di girte videoyê de çekdareke tirk ê rêxistina DAIŞê gefan li dewleta Tirkiyê dike û dibêje eger Tirkiye û Erdogan leşkerên xwe ji sînorên dewleta îslamî nekşînin dê dawiya wan hemûyan wiha be.
