Rojava News: Arteşa Sûriyê ragihand ku karwana dawî ya muxalîf û sivîlan ji Helebê veqetiyaye û tevahiya bajêr ketiye jêr kontrola arteşê.
Hat zanîn karwana dawî ya rojhilatê Helebê ku milîtan tê de bûn ji bajêr derketiye.
Tevahiya Helebê ji aliyê arteşa Sûriyê ve hat kontrolkirin Herwiha Arteşa Sûriyê jî bi daxuyaniyekê ragihand, Serfiraziya Helebê di têkoşîna bi terorê re de îşareta 'veguhestineke stratejîk' e û got, tevahiya bajêr di kontrola arteşê de ye.
