11:57:16 AM
RojavaNews: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re axivî.
Li gor jêderên Serokmoriya Tirkiyeyê, Erdogan û Putîn di pêwendiya telefonê de li ser krîza Sûriyê û kuştina Balyozê Rusyayê Andrey Karlov axivîne.
Hat zanîn Erdogan û Putîn ji ber lêpirsîna derbarê kuştina Andrey Karlov û derxistina welatiyan ji bajarê Helebê kefxweşiyên anîne ziman û herwiha herdu serokan balê kişandine li ser giringiya agirbestê ku li seranserî Sûriyeyê cîbicî bibe.
