00:25:24
Rojava News: Tirkiyê bi armanca bihêzkirina operasyona “Mertala Feratê” hêzeke leşkerî ya zêde dişîne Sûriyê.
Li gor nûçeyên ajansa Anadolê Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de li bakurê Sûriyê karwanek pêdawîstiyên leşkerî û cebilxane ber bi sînorê Sûriyê ve bir, ew karwan ji 10 cebilxaneyên ku, bi armanca veguheztina leşkeran têne bikaranîn û 8 otombîlên şer pêkdihat.
Li gor medyaya Tirkiyê ew karwan dê bi rêya tirînê ber bi sînorê Sûriyê were şandin û ji wir jî derbasî wî welatî bibin.
Di 24ê meha Tebaxê de Artêşa Tirkiyê bi alîkariya opozîsyona Sûriyê bi armanca şerê li dijî DAIŞê û HSD dest bi operasyona Mertala Feratê kirin.
