Li Helebê gorekî komî hate dîtin

Li Helebê gorekî komî hate dîtin

21:26:32

 

Rojava News: Bûyer û karesatên mirovî li Sûriyê berdewamin û herî dawiyê jî naha gorekî komî li bajarê Helebê hate dîtin.

Bûyer û karesatên mirovî li Sûriyê berdewamin û herî dawiyê jî naha gorekî komî li bajarê Helebê hate dîtin.

 

Li gor raportên ku hatin belav kirin, gorekî komî li Helebê hate dîtin û bi dehan kuştî tê de hebûne û li ser bedena wan kuştiyan şopên îşkencên giran diyare, herwaha beşek li wan kuştiyane endamên bedena wan parçe parçe hatine kirin û termên wan hatine têkbirin.

 

Bajarê Helebê di encama bombebaranên balefirên şer ên Rûsya û artêşa Sûriyê û sipaha pasdarên Îranê de kete dest hêzên rejîma Beşar Esad, lê naha şer hîn jî li wî bajarî berdewame û bi awayeke bihêz ew bajêr tê bombebaran kirin.

 

Li gor zanyariyên tora mafê mirov a Sûriyê, piştî ketina bajarê Helebê, hêzên sipaha pasdarên Îranê û artêşa Sûriyê li Helebê dest bi kuştina xelkê sivîl kirine û ew yek jî bûye sedema nerazîbûna civaka navnetewî.

 

Li gor amarên berdest heta naha di şerê navxwe yê Sûriyê de 500 hezar kes hatine kuştin.