Li kampa Bab Elselame 3 zarok şewitîn

Li kampa Bab Elselame 3 zarok şewitîn

12:58:51

 

Rojava News: li Kampa Bab Elselame ya li bakurê Helebê 3 zarokan ji ber şewata kon jiyana xwe ji dest dan.

 

Koçberên sûrî ne tenê zehmetiyê di şer û pevçûnan de dibînin, lê li kampan jî ew rastî karesatan tên. Li gorî hinek dîmen û vîdyoyî ku belav bûne, li Kampa Bab Elselame ya li bakurê Helebê, 3 zarok şewitîn.

 

Li Kampa Bab Elselame li gundewarê Bakurê Helebê konê malbatekê bi tevahî ligel sê zarokên wan şewitî.

 

Koçber ji ber nebûna pêdawîstiyan, gazinan dikin û dibêjin; bi sedema nebûna agirkujan, agir bi konan dikevin.

 

Koçberek ji Kampa Bab Elselame wiha got: "Ev şewat bi sedema sobeyên xazê ne. Wî kesî sobe vêdixist, agir bi wî ket, lê reviya derve. Piştre agir bi hevjîn û zarokên wî ket. Ew vegeriya ji bo wan rizgar bike. Lê kon ji naylonê bû, agir bi tevî ket û 3 zarokên wî jiyana xwe ji dest dan. Ew û hevjîna xwe rizgar bûn."