Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm eşkere kir ku serkeftina hevdîtinên ku tê pêşbînîkirin li Astanayê pêk werin girêdayî cudakirina rêxistinên terorîst e.
Li gor nûçeya El Mayadîn a Lubnanî Muallîm, girîngiya cudakirina ji muxalîfan a rêxistinên terorîstî bi bîr xist û got ku serkeftina civînên Astanayê girêdayî vê yekê ye.
Muallîm herwiha diyar kir ku ew bi kordînasyona bo çareserkirina krîza Sûriyê ya bi pêşengiya Rûsya û Îranê kêfxweş in.
