Rûsya: Di 24 seetan de 34 caran agirbest hat binpêkirin

Rûsya: Di 24 seetan de 34 caran agirbest hat binpêkirin

Rojava News: Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 34 caran agirbesta Sûriyê binpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê, li paytext Şamê 16, li Laziqiyê 7, li Helebê 6 û li hemayê jî 5 caran hatiye tesbîtkirin ku agirbest hatiye binpêkirin.

Li aliyê din 2 nîştîngehên din ên li Sûriyê beşdarî agirbestê bûn û bi vê re hejmara nîştîngehên beşdarî agirbestê bûne li seranserê Sûriyê hezar 86an.

Herwiha di nav 24 demjimêrên dawî de, 2 karwanên alîkariyê alîkariyên mirovî gihandin kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye û tonek kelûpel gihandin xelkê.