Dijbereya Sûrî: Ti diyalog di nav me û Rêjîmê de dest pê ne kiriye!

Dijbereya Sûrî: Ti diyalog di nav me û Rêjîmê de dest pê ne kiriye!

13:40:56

 

Rojava News: Hêzên Rikberiya Sûrî goya Rûsî der barê tevlîbûna wan bo lihevhatina ligel Rêjimê û vekişîna wan ji şer red kir.

Ceyş El-Mucahidîn, û Beyariq El-Şam û Siwar El-Şam di daxuyaniyekê de tekez jkirin ku ew ne ketine ti pêwendiyan de ligel Rêjîmê, û tiştê Rûsiya belav kiriye, tev derew e, û ti rastiya wê tine ye.

Heman hêzan diyar kir ku ew dest ji şoreşê bernadin û de li ser şer û karê leşkerî dijî Rêjîmê bimînin.

Ji aliyê xwe ve Rûsiya belav kiribû ku hejmarek hêzên leşkerî yên ser bi dijbereya Sûrî ve dest bi diyalogê li gel Rêjîmê kirine.