2:59:37 PM
Rojava News : Hêzen rejîmê binpêkirina agirbestê berdewam kirin û bi topên giran û avêjerên rokêtan gundê Biwêda û Cebel Midewer li gundewarê başûrî helebê topbaran kirin.
herweha hêzên rêjîmê bi topen giran gundên Menasîr û Ziyara li gundewarê başûr topbaran kirin, û di encam de ziyanin madî di avahiyen sivîlan de xistin.
di heman mijarî de hêzên rêjîmê ji gurdana Obayda taxên sivîl ji gundên Hecara li gundewarê helebê topbaran kirin.
di heman mijarî de rêjîmê topbarana xwe ji Erran bi ser bajarokê Binan û Mintar berdewam kirin, bê agahî der barê qurbaniyan bên.
