1:18:09 PM
RojavaNews: Tirkiya ji Îranê daxwaz dike ku, rê nede rêjîma Sûriyê ku agirbesta li Sûriyê binpê bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu ji ajanseke fermî ya hikûmeta Tirkiyê re ragihand, gerek e Îran fişarê li mîlşyatên Şî'î û li rêjîma Sûriyê bike, da ku agirbestê binpê nekin, ku li gor wî ev yek gefê li ser çarenvîsa danûstandinên Astanayê dike.
Herweha Çawûşoglu got jî, ew bi Rûsyayê re berdewam in di hevahingiyê de ji bo destnîşankirina aliyên ku agirbestê binpê dikin, û sizayan li ser wan bisepînin.
Agirbesta ku ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve li seranserî Sûriyê hatiye pêk anîn, di şeva roja 30 Berçileya borî de dest pê kir, lê ji wê demê û ta niha gelek binpêkirin hatine tomarkirin.
