21:31:36
Rojava News: Li herêma Babê leşkerên Tirkiyê rastî êrişê hain û di encamê de leşkerekî tirk hate kuştin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mertela Firatê de li herêma navçeya Babê ya Heleba Sûriyê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin.
Hat gotin di dema şerê li Babê û derdora wê de di ecamar êrişa DAIŞê de efserekî tirk jiyana xwe ji dest da.
Efsere tirk anîne ber sînorî û ji wê derê bi helîkopterê ew birine saziya bijişîkiya dadwerî ya Dîlokê.
Ji destpêka Operasyona Mertala Firatê heta niha piştî kuştina efserê navborî hejmara leşkerên Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine kuştin bû 45.
