Reqa: Serkirdeyekî DAIŞê hate kuştin

Reqa: Serkirdeyekî DAIŞê hate kuştin

21:46:18

 

Rojava News: Hevpeymaniya Navdewletî kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Reqayê ragihand.

 

Hevpeymaniya Navdewletya li dijî DAIŞê  di daxuyanyekê de, kuştina serkirdeyê DAIŞê Mehmûd El-Îsawî li Reqayê piştrast kir û got ku, El-Îsawî li roja 31 Berçileya borî  di encama operasyoneke Hevpeymeniya Navdewletî de hatiye kuştin.

 

Li gor daxuyaniya hevpeymaniyê, El-Îsawî yeke ji wan 16 kesên pilebilind ên terorîst e ku hevpeymaniyê di sala 2016 de kuştine û cihê wî li Reqayê hatibû destnîşankirin, piştî ku ji Felûcayê derketibû.

 

Herwiha Bereya Fetih El-Şamê jî ku berî niha navê wê Eniya El-Nusra bû, raghandiye, ku serkirdeyekî wê jî yê bi navê Ebû Hesen Tiftenaz di gel kurê xwe di operasyoneke hevpeymaniyê de li Sûriyê hatiye kuştin, bê ku cihê kuştina wî destnîşan bike.