Welatên Rojavayî dixwazin hevdîtinên li Astanayê asteng bikin'

Welatên Rojavayî dixwazin hevdîtinên li Astanayê asteng bikin'

Rojava News: Parlameterê Parlamentoya Sûriyeyê Mûcîb Rahman Denden îdia kir ku welatên Rojavayî ji bo ku pêşiyê li pêvajoya hevdîtinên Astanayê bigirin, çi ji destê wan tê dikin.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Frasê (FNA) Parlamenterê Parlamentoya Sûriyeyê Mûcîb Rahman Denden balkişand ser helwesta welatên Rjavayê ya di derbarê pêvajoya hevdîtinên Astanayê de û got welatên Rojava ji bo ku pêşiyê li pêvajoya hevdîtinên Astanayê bigirin, çi ji destê wan tê dikin.

Rahman Denden di derbarê agirbesta li Sûriyeyê de jî diyar kir ku Tirkiye bi qebûlkirina vê agirbestê dev ji helwesta xwe ya li hemberî qeyrana Sûriyeyê bernedaye.

Denden îdia kir ku Tirkiye hêj jî piştgiriyê dide rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê. Hêjayê bibîrxistinê ye ku hevdîtinên Astanayê wê di 23'yê Rêbendanê de di pêşengtiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de li bajarê Astana yê paytexta Kirgizistanê di navbera alîgirên agirbesta li Sûriyeyê de werin kirin.