26 Kuştî bi êrîşên hevpeymana navdewletî li ser DêraZorê ketin

26 Kuştî bi êrîşên hevpeymana navdewletî li ser DêraZorê ketin

2:53:37 PM

RojavaNews: balafirên şer yên hevpeymana navdewletî êrîşin bi tûndî bi ser gundê Xeşam de li gundeware rojhilatî Dêrazorê birin, û di encam de nêzî 20 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar ketin.

li gorî ragihandina jêderên xwecihî hejmarek ji terman bibûn qirik di encama teqîna bargerên petrolê de yên ketin bin topbarandina hevpeymanê de, û herweha kesên birîndar laşên wan şewitîbûn.

herweha balafirên hevpeymanê êrîşen xwe bi ser navendên dûbarekirina petrolê de li çola gundê Se'awe ya gundewarê rojhilatî Dêrazorê  birin, û di encam de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 15 birîndar ketin.

ji hêla xwe ve balafirên rejîmê êrîşen xwe bi ser taxa Hewîqa de birin li bajarê Dêrazorê.