22:05:32
Rojava News: Parlementerekî Fransî piştî hevdîtinê li gel serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed radgehîne ku Esed amadebûna xwe ji bo diyalogê li gel 91 aliyên opazisyonê diyar kiriye û ev yeke wek amajeyeke ji bo gotûbêjên ku tê çaverêkirin li bajarê Astanayê bê encam dayîn.
Îro Beşar Esed pêşewazî li sê parlementerê rastgir yên Fransayê kir û parlementerê Fransayê, Mariani ji bo ajansa Frans Press ragehand ku:”Serokê Sûriyê geşbîn bûye bi gotûbêjên ku biryare li paytexta Kazakhistanê bê encam dan.”
Di bersiva pirsyarekê li ser tawanên rêjîm Sûriyê de Beşar gotiye ku ti şerek pak nîne û mikur hat ku hemû aliyan tawan encam da ne û Mariani ser zimanê Beşar ve, got:”Dibe ku hikûmetê jî hinek şaşî kiribin û ev yeke ne bi dilê min bûye û ez vê yekê şermezar dikim."
