13:14:46
Rojava News: Beşar Esad got ew amade ne ku di hevdîtinên li Astanayê de her mijarê gotûbêj bikin.
Beşar Esad li Şamê pêşwaziya siyasetmedarên Frasnayê kirin û di derbarê hevdîtinên ku tên plankirin li bajarê Astana yê Kzakistanê werin pêkanîn de axivî. Li gorî daxuyaniya li ser malpera Serokomariya Sûriyeyê Esad ê ku ji bo çapemeniya Fransayê axivî got, "Em amade ne ku her mijarê gotûbêj bikin.
Gava ku em bidawîkirina pevçûnên li Sûriyeyê an jî siberoja Sûriyeyê biaxivin her tişt, her îhtimal vekirî ye.
Di gotûbêjan de sînor tune ne." Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu daxuyandibû ku hevdîtinên Astanayê wê di 23'ê Rêbendanê de destpê bikin.
