Dijbereya Sûriyê gefa destpêkirina şer kir

Dijbereya Sûriyê gefa destpêkirina şer kir

Rojava News: Dijbereya çekdar a Sûriyê gefên destpêkirina şer û rawestandina agirbestê xwarin.

Çend serkirdeyên komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku li ser daxuyaniya rawestandina şer a li gorî rêkevtina navbera Rûsya-Tirkiye-Îranê jî imza kirine, gefa destpêkirina şer li hemû eniyên şer ên li Sûriyê kirin.

Serkirdeyên komên çekdar ên Dijbereya Sûriyê vê yekê vedigerînin ser binpêkirin û topbarana hêzên Artêşa Sûriyê û milîsên ser bi hikûmetê ve, ku li devera Wadî Berdea li derdora Şamê li dijî çekdarên dijbereyê tên kirin.

Ev yek di demekê de tê, ku binpêkirinên Hikûmeta Sûriyê û hewlên wê ji bo pêşveçûnê li gelek deveran û bi taybetî jî li derdora Şamê berdewam in.

Li gorî zanyariyan, şeva derbasbûyî hêzên çekdar ên Dijbereya Sûriyê êrîşek birin ser xalên pişkinînê yên Artêşa Sûriyê li ser riya Hims - Selemiyê û dest danîne ser herdû xalên El-Teyr û El-Igêdî yên li ser wê riyê.

Piştî ku Rûsya û Tirkiye li ser kirîza Sûriyê nêzîkî hev bûn, agirbestek bi hemahengiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Sûriyê hat ragihandin.

Herwiha di çarçoveya wan hewlan de, biryar e li bajarê Astanayê yê paytexta Kazaxistanê jî gereke danûstandinên aştirê bo çareserkirina kirîza Sûriyê birêve biçe.