12:13:14
Rojava News: Sererkanê Artêşa Rûsyayê Gerasîmov daxuyand ku Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li Sûriyeyê ji destpêka operasyonan heta niha 174 dezgehên neftê yên DAIŞê yune kirine.
Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov got hêzên hewayî yên Rûsyayê li Sûriyeyê ji Îlona 2015'an û vir ve di operasyonên li dijî komên terorîstan de 174 dezgehên neftê yên DAIŞê îmha kirin û derbirî ku pergala peydakirinê ya DAIŞê hatiye rûxandin.
Ligel vê yekê Gerasimov dest nîşan kir ku ji dîroka destpêka operasyonê û vir ve balafirên Rûsî 19 hezar sortî kirine û li dijî komên terorîst 71 hezar êrîşên hewayî pêk anîne.
Gerasimov diyar kir ku di deman demê deli Sûriyeyê qadeke bi berfirahiya 12 hezar 360 km2 ji komên terorîst hatiye paqijkirin.
