12:34:28
Rojava News: Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqqayê de li ciye ku ji destê DAIŞê hatine derxistin de, hezar û 500 mayin hatine rakirin.
Hêzên pispor ên bi ser Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ve girêdayî ne di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqqayê de, li deverên ku hatine bidestxistin, mayinan radikin.
Hêzên pispor heta niha hezar û 500 mayin rakirine. Herwiha di heman çarçoveyê de 7 wesayitên bombebarkirî jî ji hêla heman hêzan ve hatine bêbandorkirin. Duyemên qonaxa operasyona rizgarkirina Reqqayê di 10ê Berfanbarê de ji du başkan ve hatibû destpêkirin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn de heta niha bi dehan gund û gundik ji hêla şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ve ji destê DAIŞê hatine derxistin.
