13:01:50
Rojava News: Artêşa Tirkiyê ragihand, di destpêka operasyona “Mertala Firatê” de heta niha zêdetirî 1500 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê bîlançoya operasyona Mertala Firatê, ku nêzîkî 5 meh in di nav xaka Sûriyê de didome, ragihand.
Li gorî wê amarê, ji destpêka operasyona Mertala Firatê de heta niha, hezar û 518 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 250 çekdar birîndar bûne û 7 jî bi saxî hatine girtin.
Artêşa Tirkiyê behsa êrişên li dijî YPGê jî kiriye û ragihandiye, “295” şervanên YPGê hatine kuştin û 11 jî teslîm bûne. Balkêş e ku artêşa Tirkiyê behsa kuştiyên xwe jî nekiriye.
Li gorî agahiyên ne fermî, heta niha nêzîkî 100 serbazên Tirkiyê di şerê Sûriyê de hatine kuştin, komek ji wan bi saxî ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin, gelek serbaz jî birîndar bûne. Herî dawî 2 serbazên Tirkiyê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn şewitandin lê hikûmeta Tirkiyê tiştek derheqê wê bûyerê de negotibû û belavkirina her cure nûçe û wêne li ser wê bûyerê jî qedexe kiribû.
Rayedarên Tirkiyê dibêjin, armanca sereke ya operasyona Mertala Firatê ew e ku nehêlin bajarên Kobanî û Efrînê yên Kurdistana Rojava ji aliyê YPGê ve bigihên hev û li “Bakûrê Sûriyê” avabûna dewleteke kurdî asteng bikin.
