18 kesayetiyên Rêjîma Sûrî wê ji aliyê Amerîka ve bene sizakirin!

18 kesayetiyên Rêjîma Sûrî wê ji aliyê Amerîka ve bene sizakirin!

13:50:27

 

Rojava News: Welatên Amerîka yên yekbûyî ragihand ku dê 18 berpirsên Rêjîma Sûrî di mijara bikaranîna çekên kîmiyayî de ji aliyê Hêzên Rêjîma Sûrî ceza bike.

Adem Robên berpirsê qirkirina sponseriya teroê di wezareta darayî ya Amerîkayê de, got:"Bikaranîna çekên Kîmiyayî ji aliyê Rêjîma Sûrî ve dijî gelê Sûrî karekî qirêj e, û biryarên navnetewî binpê dike.

Di nav wan berpirsên Rêjîma Sûrî yên ceza kirî Eqîd Suhêl El-Hesen serkêşê leşkerî yê Hêzên Rêjîmê ku di nav alîgirên Rêjîmê de binav û deng e.

Herweha li gor daxuyaniyê;  Ji dezgeha îstîxbarata Sûriyê general Yasin Ahmed Dahi, General Muhammed Mahmud Mahalla,  Ji dezgeha hewalgiriya hêzên asmanî amîrhez Muhammed Nafi Bilal û Muhammed Halid Rahmun jî tê de bi giştî ji 18 kesan re ceza derket.