NY: Esad û birayê xwe fermana bikaranîna çekên kîmyayî dane

NY: Esad û birayê xwe fermana bikaranîna çekên kîmyayî dane

Rojava News: Tîma lêkolînê ya navnetewî radigihîne, Serokê Sûriyê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed fermana bikaranîna çekên kîmyayî dane.

Tîma lêkolînê ya navnetewî radigihîne, Serokê Sûriyê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed fermana bikaranîna çekên kîmyayî dane.

Jêderekî agahdar di nav tîma lêkolînê de ya ser bi Netewên Yekbûyî ve, ji bo komkirina zanyariyan li ser bikaranîna çekên kîmyayî li dijî sivîlan li Sûriyê ragihand ku, li gor belgeyên li cem wan çê bûne, didin xuyakirin ku destê Serokê Sûriyê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed di êrîşên çekên kîmyayî de heye, ku di salên 2014 û 2015an de gaza klorê li dijî sivîlan hatibûn bikaranîn.

Wî jêderî amaje kir, raporta tîma lêkolînan bi hejmarek ji belgeyên ku endamên wê komkirine û zanyariyên ajansên îstixbaratî yên welatên rojava û navçê ve pişta xwe girêdide.    

Li gor hatiye ragihand, navên şeş kesên nêzîk ji Esed di raportê de hene, ji wan Beşar Esed, Fermandarê firqeya 4ê Mahir Esed, Wezîrê Berevaniyê û Serokê Îstixbarata Leşkerî ne.

Ev yekem car e tîma lêkolînê navê Esed û birayê wî di vê pirsê de tîne ziman, lê hikûmeta Sûriyê vê yekê red dike û dibêje ew tomet dûrî rastiyê ye.