DAİŞ nexweşxaneya Esed li Dêrezorê kontrol kir!

DAİŞ nexweşxaneya Esed li Dêrezorê kontrol kir!

13:37:59

 

Rojava News: çekdarên DAİŞ şeva bûrî yekşemê nexweşxaneya Esed li bajarê DêraZorê kontrol kir, piştî pevçûnin dijwar dijî Hêzên Rêjîmê û milîsên pişriê wî, û di encam de hejmarek kuştî û birîndar ji her du hêlan ketin.

 

herweha şer û pevçûn di nav bera her du hêlan de li dora dibisatan Polîsan başûrî Dêrazorê, di encama hewldana Dais ku dibistanê kontrol bike.

 

ji hêla xwe ve çekdarên DAİŞ bi avêjerên Rokêtan deverên rejîmê li Tugaya 137an rojavayî Dêrazorê topbaran kirin.

 

herweha balafirên rêjîma Sûrî êrîşen xwe bi ser taxên sivîl ji bajarê MûHesen de birin li gundewarê rojhilatî Dêrazorê, û di encam de sê welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, û bi dehan birîndar ketin.