22:03:26
Rojava News: Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand ku, firokeyên wê pêgehên DAŞê yên li Dêrazorê armanc kirin.
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê derbarê bombebaranê de daxuyaniyek ragihand, îro firokeyên wê yên ji cura Tu-22M3 ku ji Rûsyayê de rabûne pêgehên DAŞê yên li Dêrazorê armanc kirin û hemû armancên ku hatibûn diyarkirin, hatin rûxandin.'
Hat ragihandin ku di êrişa asmanî de kampên DAIŞê, depoyên çek û teqemeniyan, techîzatên leşkerî û cihên terorîstên DAIŞê lê kom dibin, hatine rûxandin.
Daxuyaniya Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê da zanîn ku, Firokeyên ku li armancên DAIŞê didan ji aliyê firokeyên şer yên Su-30SM û Su-35S yên ku ji baregeha Himêmîma Sûriyê ve rabûne, hatin parastin.
