Artêşa Azad:Em jî beşdarî şerê Kobanê bûn

Artêşa Azad:Em jî beşdarî şerê Kobanê bûn

Rojava News: Fermandarî Hêzên Şoreşgerên Reqa`yê yê ser bi Artêşa Azad  Ebo Îsa ragihand ku, piştguhxistina rola Artêşa Azad di rizgarkirina Kobanê de teştekî ewqas nîne ku behsa wê bê kirin.

 

Fermandarî Hêzên Şoreşgerên Reqa`yê Ebo Îsa got: Di dema niha hêzên me li derveyî Kobanê ye û di yekem roj hatina   DAIŞ`ê  de bo Kobanê em digel hêzên Kurdî beşdarî cengê bûne.

 

Ebo Îsa aşkere kir ku,  wan beriya demekê jûreke hevbeş ya çalakiyan bi navê (Burkana Firat`ê) dirust kiriye û di heyama 3 heyvên bûrî de 150 heya 200 çekdarên Artêşa Azad li Kobanê li dijî Çekdarên  DAIŞ`ê  şan bi şanê hêzên Kurdî dicengin ku hêza wan li jêr serpereştiya Lîwa Ebdulcbar Egîdî ye.

 

Fermandarî Hêzên Şoreşgerên Reqa`yê yê ser bi Artêşa Azad  Ebo Îsa got: Piştî bidawîbûna cenga Kobanê emê vegerin bajarê Reqa`yê û şerê  Çekdarên  DAİŞ’e bikin.