Rûsyayê 2, Tirkiyeyê 12 binpêkirinên agirbestê li Sûriyeyê tomar kirin

Rûsyayê 2, Tirkiyeyê 12 binpêkirinên agirbestê li Sûriyeyê tomar kirin

 

Rojava News: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Komisyona hevbeş a Rûsya û Tirkiyeyê eşkere kiriye, leşkerên rûs 2 û yên tirk jî 12 binpêkirinên agirbestê tomar kirine.

Wezareta Parastinê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku leşkerên rûs li Laziqiyê 1 û li Hemayê 1, bi giştî du binêpkirinên agirbestê tesbît kirine.

Ji aliyê din ve, leşkerên tirk li Helebê 6, li Şamê 3, li Humsê 2 û li Der'ayê 1 binpêkirinên agirbestê tesbît kirine.