11:57:00 AM
RojavaNews: Bi beşdariya aliyên şanda û opozisyona çeksdar û rêjîma bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê, herweha bi beşdariya fermî ji welatên Amerîka, Brîtaniya, Ferensa û Yekîtiya Ewrûpayê civînên Estanayê dest pê dikin.
Amadekariyên civînên Astanayê di êvara pêkanîna civînê di navbera Îran ,Rûsya û Tirkiyê ji bo amadekirina belgeyekê ji bo bibe bingeha danûstandinan bidawî bûn, bêyî ti encamên berçav jê derkevin.
Ta niha û li gor serokê şanda Rûsiyê, danûstaninên wan bi Tirkiya û Îranê zehmet bûn, lê ew bi xwe geşbîn in, herweha got jî hîn ne diyar e dê herdu aliyên rêjîm û yên opozîsyonê digel hev bi awayekî rasterast bicivin yan na, lê li gor jêderekî opozisyonê ku Tirkiya û Rûsiyê di gel aliyên beşdar rêkeftin ku danûstandin ne zindî bin.
Serokê şanda rêjîmê Beşar Ceferî gotibû pirsa serekî di civînê de wê pêkanîna agirbesteke berdewam be, herweha cudakirina komên terorist û jinavbirina wan.
Armanca civînê ew e tekezkirin rawestandina şer e . Duyem, jî tekezkirina cudakirina komên terorist wek Eniya El- Nusra û DAIŞê ji komên din yên ku pabendî agirbestê bûn û razîbûn di Astanayê de beşdar bin.
Serokê şanda opozisyonê jî gotibû ewê tenê pirsa agirbestê û pirsên mirovî gotûbêj bikin û ew razînabin ti roleke Îranê di pirsa agirbestê de hebe.
Tê zanîn ku, Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin û gihêştine Astanayê. şanda opozîsyona Sûriyê bi serokatiya Mihemed Elûş ligel 10 endaman gihêşte Astanayê.
