12:57:44
Rojava News: Hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê ku bi hewldana Rûsya û Tirkiyeyê hatin kirin îro li paytextê Kazakistanê li Astanayê destpê dike. Di hevdîtinan de hem hikûmeta Sûriyeyê û hem jî muxalifên çekdar cih digirin.
Li gorî zanyariyan di hevdîtinan de nûnerên 14 grûbên çekdar ku bi navbeynkariya Rûsya û Tirkiyeyê agirbest îmze kiribûn tevlî dibin. Di nava van grûban de Ceyş-ul Îslam, Feylak El Şam, Suwar El Şam, Ceyş-ul Mucahidîn û Eniya Şamê jî cih digire. Rêxistina Ehrar-uş Şam ku peymana agirbestê îmze kiribû ragihandibû ku ew tevlî hevdîtinan nabe.
Hat ragihandin ku yek ji serokê rêxistina Artêşa Îslamê ye Muhammed Alluş wê nûneriya grûbên muxalif ê Astanayê bike. Serokê heyeta hikûmeta Sûriyeyê jî wê Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî bike.
Di hevdîtinan de hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên muxalif, grûba garantorên agirbestê Rûsya, Tirkiye û Îran û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura cih digirin. Di hevdîtinan de Balyozê Amerikayê yê l Astanayê George Krol dê wekî çavdêr tevlî bibe. Serokê heyeta rûsî nûnerê taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev, serokê heyeta Tirkiyeyê cîgirê misteşarê Wezareta Derve Sedat Onal û ye Îranê jî cîgirê Wezîrê Derve Huseyin Ensari wê serokatiya heyete bike.
