Rojava News: Rûsya hişyariyeke tund dide Artêşa Sûriyê û daxwaz jê dike ku girêdayî agirbestê be.
Ajansa Ria Novostî ya Rûsyayê ji zarê Fermandarekî bilind li Navenda Himêmîm ya Artêşa Rûsya li Sûriyê ragihand, ku wan ji Artêşa Sûriyê daxwaz kirine ku girêdayî agirbestê bin û bi ti awayî agirbestê binpê nekin.
Berpirsê rûsî herwiha dibêje, divê çekdarên dijbereyê jî hewl nedin agirbestê binpê bikin.
Li gorî nûçeya heman janasê, berpirsê rûsî yê navenda leşkerî ya Himêmîm aşkere kiriye, ku wan hişyariyek tund dane fermandarên Artêşa Sûriyê û ew agahdar kirine, ku nabe agirbestê binpê bikin.
Berpirsê rûsî daye xuyakirin, ku wan ji Artêşa Sûriyê re gotiye, ku pêwîst e ew rê endin ti aliyekî ser bi artêşê ve agirbestê bipê bike û tekez kir, ku ew dê hewl bidin li li seranserê Sûriyê agirbest were pêkanîn.
Li gorî heman çavkaniyê, rojane li seranserê Sûriyê 6 caran agirbest tê binpêkirin.
Hişyariya Rûsya bo Sûriyê di demekê de ye, ku danûstandinên navbera hikûmeta Sûriyê û dijbereyê li Astana ya paytexta Kazaxistanê, îro bi fermî dest pê bû.
Piştî şerê Helebê û kontrolkirina wê ji aliyê Artêşa Sûriyê ve, bi rêkevtineke navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê, agirbestek li Sûriyê hat ragihandin.
Li gorî wê rêkevtina agirbestê, her sê welatên Rûsya, Tirkiye û Îran garantoriya parastina agirbestê û lidarxistina civînên Astanayê dikin.
