Pentagon: Em dixwazin Tirkiye El Babê bistîne

Pentagon: Em dixwazin Tirkiye El Babê bistîne

01:29:18

 

Rojava News: Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis got ku ew dixwazin Tirkiye El Babê ji DAIŞê bistîne, lewma jî piştgiriya hewayî Tirkiyê.

Jeff Davis daxuyakirin ku ji roja Tirkiyê li bakurê Sûriyê operasyona daye destpêkirin ve, wan ji bo kontrolkirina Carablus El Rai (Çobanbey) û Dabikê pişgiriya hewayî daye û bi hêzên taybet jî bûne alîkar ji Tirkiyê re.

Davis da zanîn ku piştî kontrolkirina Dabikî bi destê hêzên Tirkiye piştgiriya wan dike, wan hêzan berê xwe daye El Babê û got, ‘Em piştgiriya vê yekê dikin û dixwazin El Babê ji DAŞê bistînin. Bi hikûmeta Tirkiyê û hevtayên me yê leşkerî re hevdîtinên me berdewam dikin.' 

Berdevkê Pentagonê herwiha bi bîr xist ku di hevdîtinên wan ên bi Tirkiyê re de, ti pêşhateke nû nîne, lê ew wek hevalbendeke koalîsyonê piştgiriyê didin hewildanên Tirkiyê yên têkbirina DAIŞê.