Rûsyayê bi kordînatên koalîsyonê li hedeftên DAIşê yên El Babê xist

Rûsyayê bi kordînatên koalîsyonê li hedeftên DAIşê yên El Babê xist

Rojava News: Hat ragihandin ku Rûsyayê bi kordînatên ku Amerîkayê dane operasyon li ser armancên DAIŞê yên El Babê pêk anîye.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku 22yê Rêbendanê bi rêya ‘Xeta dîrekt' a pêwendiya bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê re, balafirên Rûsyayê li hedefên DAIŞê yên El Babê xistine.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, ‘Piştî firînên keşfê ji aliyê 2 balafirên Rûsî û 2 balafirên koalîsyonê ve bombardiman li ser armancên terorîstan hat kirin.'

Li gor daxuyaniyê, di êrîşa asmanî de hin xalên cebilxane, depoyên sotemeniyê û alavên leşkerî hatine rûxandin û hat gotin, ‘Di analîza êrîşên hevpar de, ên bi koalîsyona navdewletî re derket holê ku encamên gelekî baş hatin bidestxistin.'