11:14:44
Rojava News: Civîna Astanayê ya derbarê krîza Sûriyê de bi dawî bû, daxuyaniya dawiyê jî tekezî li ser wê yekê ku, nabe bi çi awayekî çareserî li Sûriyê leşkerî be çareseriya siyasî û yekperçeya Sûriyê hate kirin.
Duh, bi beşdariya şanda opozisyona çekdar û rêjîma Sûriyê û bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê civîna Astanayê ya derbarê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re dest pê kir.
Wezîrê Derve Kazaxistanê Kairat Abdrahmanov daxuyaniya dawiyê ya civîna Astanayê xwend û ragihand, Tirkiye, Rûsya, Îranê û Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura lihev kirin ku binpêkirina agirbesê bi mekanîzmayeke 3 alî ya hevpar were cibicîkirin û çavdêrîkirin.
Li gor rêkeftinê dê her sê welat mekanîzmayeke hevpar çê bikin û rewşa agirbesê li ji aliyê her sê welatan ve bê cibicîkirin û çavdêrîkirin.
Daxuyaniyê tekezî li ser yekperçe û serweriya Sûriyê kir, ku di heman demê de Sûriye bi bibe komareke piralî û pabendî yasayên Netewên Yekgirtî be.
Daxuyaniyê tekezî li ser wê yekê kir, nabe bi çi awayekî çareserî li Sûriyê leşkerî be. Herwiha hewl tê kirin ku rêkeftineke dawiyê di navbera aliyên nakok de dirust bikin. Divê hikûmeta Sûriyê jî pabendî biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî bibe, bo kêmkirina şer û nakokiyan, da ku alîkariyên mirovî derbasî bo xelkê sivîl bibin.
