Li Sûriyeyê 6 rêxistin tevlî Ehrar-uş Şamê bûn!

Li Sûriyeyê 6 rêxistin tevlî Ehrar-uş Şamê bûn!

11:49:26

 

Rojava News: Rêxistina cihadîst a sûriyeyî Ehrar-uş Şam bi 6 rêxistinên ku li bakurê Sûriyeyê fealiyet dikirin re yekîtî ava kir.

Rêxistina Ehrar-uş Şamê di daxuyaniya xwe de ragihand 6 rêxistinên ku li bakurê Sûriyeyê di nava Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de fealiyet dimeşandin tevlî me bûn.

Ev gav avêtina rêxistinan piştî êrişa Fetih El Şamê (El Nûsra) ji bo ku tevlî hevdîtinên aştî yên Astanayê bibûn hat dayîn.

Ehrar-uş Şamê di berdewamiya daxuyaniya xwe de navbeynkariya Fetih El Şamê red kir û ragihand ku êrişên li dijî endamên me wê bibe sebeba îlana şer û em ê bi tundî bersivê bidin.