Artêşa Sûriyê 3 gundên din ên bajarê Babê kontrol kir!

Artêşa Sûriyê 3 gundên din ên bajarê Babê kontrol kir!

12:34:02

 

Rojava News: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov di daxuyanyekê de ragihand, hêzên rêjîma Sûriyê pêşketinên berçav li derdora bajarê Babê bidest xistine, bi sedema vê yekê jî çekdarên DAIŞê di navbera artêşa Sûriyê û hêzên Tirkiye de asê mane.

 

Li gor agahiyên Rewangehê, di çarçoveya wan pêşketinan de artêşa rêjîmê 3 gund li başûrê Babê xist destê xwe.

 

Heman jêderî amaje bi wê yekê kir ku, ji destpêka êrişên hêzên rêjîma Sûriyê ji 17  vê mehê  ta niha 20 gundên Babê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatine kontrolkirin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Serokomarê Tirkiyê jî berî demekê ragihand ewê di demeke nêzîk de bajarê Babê kontrol bikin.